Ne Bi Xewn Ne Bi Xewnexavan
|
|
Min Lenîn dît, ne xewn bû, ne xiyal bûn
Bi rastî, şewka wî li serî, kapût li mil bû.
Bi ramandarî, digeriya li Rojhilata Navîn
Ku navenda cîhê, jêderka mirovahiyê bû.
Ku erdên berxwedan û serhildanên pîroz,
Ku şûnên bihevketin, serketin û têkçûnan.
Min bîst, Lenîn digot: dem hate guhêrtin lê
Fikir û zikir nihatine nûyandin, pêagahî ye!
Min Lenîn dît bibîranînê, ne şev bûn, ne roj
Li halên Welatên Rojhilata Navîn hûr dibû;
Çerx ji jehrê, heyam, ji heyamên şoreşan bû.
Ji nû ve: dîtin, xwendin, têgihîştin, rêxistin û
Hêçandin di koman û pêngavên tekoşînan de,
Ku gel vîn in, vîn gel in; pîvan, pîvanê ke ne!
Belê, min ku Lenîn dît, bi lêpirsîn: ol û oldarî?
Got: ez ne ji resûlên Xwedê me, bi we kar im!
Perestîşxanê vekirî ne; ez ji bo bihûşta jînî me,
Ez mirî me lakîn karker û xebatkar ne mirî ne!
(Sewta Berbangê)
Abdullah Karabağ 04.10.2006 Saat: 14:53
|
|